Li Cezaîrê hilbijartinên serokayetiyê

kurdistani 03:40 PM - 2014-04-17
Li Cezaîrê hilbijartinên serokayetiyê

Li Cezaîrê hilbijartinên serokayetiyê

Îro pêncşeme 17/4/2014`an danê sibehê navendên dengdanê deriyê xwe bo pêşwazîkirina 23 milyon dengderên Cezaîrî bo hilbijartinên serokayetiyê vekirin, di demekê de ku tê payîn serokê berê Ebdulezîz Buteflîqa dîsa bi serkeve ku niha rewşa tendirustiya wî ne libare.

Televizyona Cezaîrî a fermî di çend dîmenan de dema serokê berê Ebdulezîz Buteflîqa dengê xwe li ser kursiya livok dide belav kir.

Wezareta navxwe ya Cezaîrê jî ragihand ku wan 11765 navendên dengdanê vekirine û dengdanê ji demjimêr 8 sibehê destpê dike û di demjimêr 7`ê êvarê bi dawî dibe.

Tê payîn ku encamên hilbijartinan îsibe roja înê bên ragihandinê û li gor yasaya wî welatî eger namzetên serokayetiyê dengên zorîne neynin ewê xola duyemîn destpê bikin bo hilbijartina serokê welêt.

Hatiye ragihandin ku 6 namzetên bo serokayetiya Cezaîrê ketine hevrikiyê ku di nava wan de jî tenê namzetek jin heye.

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket