Qubad Talebanî serdana Laleşê kir

kurdistani 02:50 PM - 2014-04-17
Qubad Talebanî serdana Laleşê kir

Qubad Talebanî serdana Laleşê kir

Bi helkefta cejna serê sala Êzîdiyan, duh 16/4/2014 kurê serokomarê Êraqê Celal Talebanî, Qubad Talebanî li gel endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Se`dî Ehmed Pîre û serkirdeyê YNK, berpirsê malbenda Duhokê Herêm Kemal Axa , rawêjkarê serkomar Baba Şêx tevî cîgirê yekemê berpirsê malbenda Nînewa ya YNK Kibîr Goran û hejmarek ji kadirên pêşkeftî weku (Hisên Dirman û Şeza Derwîş û Kemal Memûzîn serdana Laleşê kirin û ji aliyê şêx û mire ola Êzîdî mîr Tehsîn Begê ve hate pêşwazî kirin.

Di serdanê de Qubad Talebanî pîrozbahiyên xwe bi bona serêsala Êzîdî pêşkêşî Êzîdiyan kir û kêfxweşiya xwe bi serdana Laleşê anî ziman.

Her weha şanda YNK piştî gera xwe li nava perestgeha Laleşê serdana mêvanxaneya bavê ruhî yê ola Êzîdiyan Baba Şêx Xeto û mîr ola Êzîdiyan Tehsîn Begê jî kirin.

PUKmedia/Şengal

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket