Kelar: Li dijî xendeqa li sînorê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan

kurdistani 12:20 PM - 2014-04-17
Kelar: Li dijî xendeqa li sînorê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan

Kelar: Li dijî xendeqa li sînorê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan

Hejmarek ji çalakvan û rojnamevan û rewşenbîrên sînorê qeza Kelarê bo şermezarkirina ew xendeqê ku ji aliyekî siyasî ve li ser sînorê Kurdistana Rojava hatiye kolandin xwepêşandanek encamp dan.

Rojnamevan û rewşenbîr Selah Şêx lengerî ji PUKmedia`yê re ragihand: Kolandina ew xendeq mezintrîn şerme beramber bi ew aliyê ku cî bi cî dike, desthilatdara Kurdî nabê tenê di çarçoveya Kurdistanê de xizmet bikî, belku dibê mafê her Kurdekî li her parçeyekî kurdistanê de biparêzî.

Ji aliyê xwe ve yek ji komîteya amadekar a xwepêşandanê Asud Kurdistanî ji PUKmedia`yê re got: Di demekê de ku birayên me yên Kurd li Rojava ji aliyê îslamiyên tunderew ve jiyana wan di metirsiyê de ye, em dibînin aliyekî siyasî yê Kurdistana Başûr dijayetî dike û rê li hember ew welatiyên ku dixwazin ji tirsa jiyana xwe têne hembêza herêmê digre.

PUKmedia/Saman Yareweys

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket