Buldan: Ne MÎT`ê , ez spasiya Abdulah Ocalan dikim

kurdistani 11:53 AM - 2014-04-17
Buldan: Ne MÎT`ê , ez spasiya Abdulah Ocalan dikim

Buldan: Ne MÎT`ê , ez spasiya Abdulah Ocalan dikim

Piştî ku parlemanterê BDP yê Muşê Sirî Sakik di rûniştina parlemana Tirkiyê de rabû spasiya dazgeha MÎT`ê û bi taybetî serokê dazgehê Hakan Fîdan kir, cîgira seroka koma BDP Perwîn Buldan axivî û ragihand ku  ew tevlî hevalê xwe SIrî Sakik nabe û da zanîn ku êku bê spas kirin ne MÎT`e belku bi xêra wî pêvajo bi aştî berdewame.

Cîgira serokê koma BDP li parlemana Tirkiyê Perwîn Buldan got: Berya niha parlemanterê me Sirî Sakik spasiya xwe pêşkêşî MÎT û Hakan Fîdan kir, ez tevlî wî nabim. Heya ku rûdana Roboskê, Gebar û Licê di hole de bin, mafê me nîne ku em spasiya MÎT`ê bikin.

Buldan got: Hevalê me Sirî Sakik cihê xelet spas kir. Aliyê ku bê spas kirin, ewê ku ev pêvajo destpê kiriye ye ewê li zîndana Îmraliyêye birêz Abdulah Ocalan e. ez spasiya wî dikim. Eger îro şer li welêt nîne, xwîn nayê riştin, dayîk nagrîn, aktorê sereke  berêz Ocalan e.

Buldan teqez li wê yekê kir ku heya pêvajoya aştiyê neyê hildan bin gerantiyê ew guherînên di yasayên MÎTê de metirsîdare berya her tiştî dive bilez yasaya hildan pêvajoya aştiyê bin gerantiyê bêne kirin.

PUKmedia/Radîkal

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket