CPJ: Êraq û Sûrîye xirabtirîn welatin bo rojnamevanan

kurdistani 11:04 AM - 2014-04-17
CPJ: Êraq û Sûrîye xirabtirîn welatin bo rojnamevanan

CPJ: Êraq û Sûrîye xirabtirîn welatin bo rojnamevanan

Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) roja Çarşemê ragihand ku Sûrîyê yek ji wan welatan ku rojnamevan lê tên kuştin bêy ku kujer werin cezakirin.

CPJ got, ev kuştin gefeyek nû li rewşa Sûrîyê zêde dike, yek ji wan her xeter di cîhanê de ku rojnamevan karê xwe lê bikin. Jimareke mezin ji rojnamevanan tên revandin û gelek jî li qadên şer tên kuştin.

Ji bilî Sûrîyê jî, Îraq welatekî din yê Rojhilata navîn e ku di serê lîsteya 2014an ya xirabtirîn cihên bo rojnamevanan. Somal û Filipîn jî di nav wê lîstê de cih digirin. CPJ got ku di nav deh salên dawî de 100 rojnamevan li Îraqê hatin kuştin û kujer jî nehatine dadgehkirin.

Sûrîyê jî cara yekem îsal tevlî wî lîstê bû. Dagerîna komên mîlîtan bo Sûrîyê bûye metirsiyeke mezin jibo rojnamevanên xwecihî û navneteweyî ku li wî welatî kar bikin.

Li gorî raporta Komîteya Parastina Rojnamevanan, bêtirî 60 rojnamevan di sê salên dawî de li Sûrîyê hatine kuştin. Herwiha bi kêmî 61 rojnamevan di sala 2013an de li Sûrîyê hatine revandin, ku piraniya wan li ser destên serhildayan. Hinek ji wan rojnamevanan hatine azadkirin an jî bi xwe reviyane.

PUKmedia/VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket