Bexdad: 19 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 08:40 PM - 2014-04-16
Bexdad: 19 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Bexdad: 19 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Îro 16/4/2014`an, fermandeya operasyonên Bexdadê kuştina 19 terorîstan û şewtandina otombêlekî çekdarên DAIŞ ragihand.

Di beyannameke wê fermandariyê de ku wêneyek ketiye destê PUKmedia`yê, hêzên asmanî yên Êraqê li navçeyên bakûrê qeza Tacî ku dikeve bakûrê bajarê Bexdadê 4 terorîst kuştine û otombêlekî ser bi grupên DAIŞ`ê jî şewitandine.

Beyannameyê amaje bi wê yekê jî kiriye ku hêzên ewlekariyê di nava operasyonekê de karîne çend terorîstên dine jî destgîr bikin.
Ji aliyekî dine ve jî lîwaya (60) a ser bi fermandeya operasyonên Bexdadê ragihandiye ku hêzeke wan li navçeya Cisir Enaz li rojavayê Bexdadê di operasyonekê 15 terorîstên DAIŞ kuştine.

PUKmedia/Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket