Keştiyek Korya Başûr binav bû

kurdistani 06:56 PM - 2014-04-16
Keştiyek Korya Başûr binav bû

Keştiyek Korya Başûr binav bû

Li başûrê rojavayê Koreya Başûr keştiya ku 476 kes tê de bûn, binav bû, têde 2 kes mirin û ji 100î zêdetir kes jî winda ne.

Di daxuyaniya wezareta rêveberiya raya giştî û ewlehiyê de hat gotin ku keştî ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê dema ku 20 kîlometre ji girava Byûngpoong dûr bû peyama alîkariyê ji ewlehiya peravê re şand û piştî wê bi awayekî lez binav bû.

Rayedaran diyar kirin ku 476 rêwî di keştiyê de bûn û ji vana 325 kesan jî xwendekarên lîseyê bûne û ji bo geştyariyê derketibûn.

Piştî gelek hewl û xebatan heta niha termê 2 kesî ji avê hatin derxsistin û 368 kes jî hatin xelaskirin, lê ji 100î zêdetir kes hê jî winda ne û ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê dewam dikin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket