10emîn Şahiya Şano ya Navlîseyan dest pê kir

kurdistani 03:11 PM - 2014-04-16
 10emîn Şahiya Şano ya Navlîseyan dest pê kir

10emîn Şahiya Şano ya Navlîseyan dest pê kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev 10 sal in her sal Şahiya Şano ya Navlîseyan li dar dixe. Ji 10 lîseyan bi giştî 200 xwendekar dê 9 rojan bi lîstikên xwe derkevin pêş û xwe nîşan bidin....
Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin ev 10 sal e di nava lîseyan de pêşbirka şanoyê li dar dixe. Ev şahî dê 9 rojan berdewam bike û bi lîstika “Bo kê niyet bo kê qismet” ya Lîseya Nafîye –Omer Cîzrelioglu dest pê kir. Tê çaverêkirin ku 4 hezar kes van lîstikan temaşe bikin.

Lîseya Vali Gökhan Aydıner ya Teknik û Endustriyê bi lîstika "Kadın Ana Kadın Yar Türküler Dolu Diyar", Lîseya Namık Kemal a Ticaretê bi "Otogargara", Lîseya Pîşeyî ya Keçan Muazzez Sümer bi "8 Kadın",  Lîseya Ali Emiri ya Anadolu bi "Paydos", Lîseya Yenişehir İbn-i Sina bi "Otogargara", Lîseya Diyarbakır Teknik û Endüstri ua Pîşeyî bi "Ocak", Lîseya Pîşeyî ya Keçan a Dicle bi "Gulyabani", Lîseya Burhanettin Yıldız Teknik û Endüstri ya Pîşeyî bi "Yaşar Ne Yaşar Ne Yaşamaz" û Koleja Ortadoğu bi lîstika "Shakespeare Duymasın" beşdarî vê şahiyê dibin.

Şanoya Bajêr sahne, dekor û kostûm li hemî lîseyan belav kir û der barê şahiyê de boroşûrek jî weşand. Piştî şahiyê dê kîseke diyariyan bidin xwendekarên beşdar, ligel vê dê belgeya beşdariyê û plaketê jî bidinê. Beşa Sînemayê jî dê hemû lîstikan qeyd bike û piştî şahiyê Cdya wan bide xwendekaran.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket