Xendek û şer

kurdistani 11:40 AM - 2014-04-16
Xendek û şer...Enfal

Xendek û şer...Enfal

Xendek, tê wateya şer, di lîteretûra îslamî de tê wateya enfalê.

Yekemîn car Sezarê Romayî, berî zayinê di 52an de, li hemberî êşîra Galya,  Mandubî, xendek kolan û êrîşên  wan têk birin.
Xendek, tê wateya dorpêçan, dorgirtin û fetisandinê.
Duyemîn şerê navdar yên Xendkê, şerê Cenabê Muhhemed ya li dijî Mekkeyîyan e. (31 Adar 627). Ji sedema ku eskerên Mekkeyiyanserdest bûn, li ser pêşniyaza Salmanî Farisî, xendek hatin kolan. Bi vî rengî êrîşên Mekkeyiyan hatin berteref kirin. 

Ji bo xendekên li ser sinorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê têne kolan jî,  gotina ENFAL tê bikaranîn. Xendekên enfalê. Enfala ku bi destê desthilatdariya PDKê, hêdî hêdî dikevê pratîkê de. Desthilatdariya PDKê ya li başûr ne meşrû ye!..-
Desthilatdariya „NE MEŞRÛ“!...  Bêguman desthilatdarî otorîte ye. Lê dema ku otorîte derkete derî hiquq û li dijî mafên civakan kete nava pratîkê meşruiyeta xwe winda dike. Hilbijartin bi tenê nabe bingeha erka demokratîk. Ji ber ku di sîstemên monarşîk, olîgarşîk, teokratîk de jî hilbijartin hene. Lê sîstem ne demokrasî ne.

Di destpêka sedsala bîstûyekê de, hukumraniya desthilatdarên zordest, di rengên cûda de derketiye holê. Faşîzma reş, li kolanan bi destê çeteyan û kontra tê meşandin. Faşîzma li dijî gelan jî, bi riya çeteyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dikin tê meşandin. Ev dîmenên ku weke faşîzma hêzên desthilatdar xuya dikin, li Tirkiyê zêde zêde ne û tevahiya cîhanê qebûl kiriye. Lewma AKPe dewlet e, dewlet AKPê ye û wek du çavkaniyên faşîzmê têne binav kirin.

Di serdemeke ku diwarê sinoran weke „şerma mirovahiyê“ û „gunehkariya hemdemî“ tê binavkirin de, Tirkiyê li ser sinorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê xendek kolan û dîwar ava kirin.

Niha jî PDKe, li ser sinorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê xendekan dikole. Pira deriyê Sêmalka jî rakir. Ev kiryar, di çaçroveya planê saziya stratejîk ya AFADê de tê nirxandin.
Dorpêçan, fetisandin û dorgirtin e: Yanî ENFAL e.
AFAD, saziyek stratejîk e û bi serokwezîrê tirk Tayyip Erdogan ve girêdayî. Ye.  AFAD planê dagirkirina Suriye û Rojavayê Kurdistanê amade kir û radestî Erdogan kir. Lingê pêşî,  yê stratejiya dagirkeriyê, valakirina Rojava û Suriye bû. Kampên li Tirkiyê jî, bi vê armancê hatin vekirin. Lingê duyemîn ambargo bû. Lingê sêyemîn çete (DAIŞ, El Nusra, Eniya Turkmenen u hwd.) bûn. Lingê çaremîn jî dîwarê şermê û XENDEK in.
Lingê herî dawî yê vê stratejiyê, hêzên navneteweyî ne.  Lê ev ling şikestî ye!..
 
Sextekariyên AKPê yên di hilbijartinan de jî, parçeyek ji vê stratejiyê ne.  Sextekatiyên li bajar û navçeyên xeta tixubê Bakur û Rojava, lingê herî giring ya pratîze kirina plane dagirkeriyê ye. Divê  ev sextekarî baş werin xwendin
Dagirkirina desthilatdariya PDKê ya rêvebiriya Başûr û xesp kirina îradeya gelê Başûr jî,  di vê çarçovê de tê nirxandin. Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê berî 6 mehan çêbûn, lê hîna jî desthilatdarî  ne hatiye sazkirin. Di dewletên hiquq de, rewşên wiha qeyran in. Di demên qeyranan de, desthilatdarî biryarên stratejîk nadin, qanunên civakê amade nakin. Ji ber ku ji sendoqan  hilbijartinê, ne desthilatdarî, partî derdikevin.

Lewma desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ne meşrû ye, biryarên dide jî ne meşrû ne. Kolana xendeka li ser sinorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kiryarek korsanî ya kujerî ye,. Pêwiste partiyên siyasî, saziyên civakî, medya û Dadgeha Bilind ya Başûrê Kurdistanê li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin. Gel jî, xwedî li îradeya xwe derbikeve û kiryarên antî hiquqî bi çalekiyên xwe MULGA bike.
Ji ber ku xendek tê wateya tevlîbûna planê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê.

Planê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê di di 5ê Tebaxa 2013an de hate eşkere kirin. Serokê MÎTê, mikur hat ku 2 hezar TIR çek şandine ji çeteyan re. Serfermandarê duyemîn ya artêşa tirk jî mikur hat ku generalekî wan li Suriye ye û çeteyan organîze dike. 
Di civîna saziya Subayên Keddar yên Tirk de, (11 Adar 2013), nêzîkbûna Başûrê Kurdistanê, bi gotina „hezarî gaz bike, yek gazê qut bike“ binav kirin. Dibistanên Teşkîlata Gulen yên li Başûr jî weke „dibistanên enderûn“ yên dewşirmetiyê binav kirin. Rewşenbîr û stratejisyenên tirk, Birêz Mesud Barzanî weke „olîgarşîkê bextewariyê û Kurdo-Judaik“ bi nav dikin.

Ev tê wateya ku Mesud Barzanî, patrontiya  stratejik ya dewleta AKPê erê kiriye. Divê Mesud Barzanî û  Nêçîrvan Barzanî ji lîdertiyê nebin gardiyanê devê deriyê post-faşîzma Tayyip Erdogan.
Dîrok, li hemebrî Kurdan comerd e, em vê comerdiyê bi ENFALA XENDEKAN de ne tefînin.

Nivîskar: Medenî Feho
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket