Holanda.. salvegera 26 ya keraseta Enfal hate bi bîranîn

kurdistani 09:36 PM - 2014-04-15
Holanda.. salvegera 26 ya keraseta Enfal hate bi bîranîn

Holanda.. salvegera 26 ya keraseta Enfal hate bi bîranîn

Navenda rêxistinên demokratîk li derve û rêxistên Kurd li Holanda roja 13 / 4 / 2014`e, li bajarê Dinhax bi bona 26 salvegera keraseta Enfal û cinosayîdkirina gelê Kurd bi amadebûna hejmarek mezin ji nivîskar, siyastmedar, parlemanter û kesayetiyan û çalakvanên civaka sivîl û girseyek ji kocberên Kurd li  Holanda merasîmeke bi heybet birêve birin.

Merasîmê bi xulekeke rêz girin li cangoriyên keraseta Enfal û şehîdan dest pê kir, piştre  komeke şano, derbarê kerasta Enfal şanoyek  bi amadekariya şanoger hunermend Bako Soranî û mûzîka heme Bekir bi tev hejmarek ji lîstikvanên keç û xort ji koma şanoya bê sînor pêşkêş kirin.

Her wiha bi operesyonên Enfalkirin û cinosayîdkirina gelê Kurd ve girêdayî pêşengeheke wêneyan hate pêşkêş kirin, di pêşengehê de hejmarek ji wêneyên terewende derbarê keraseta Enfalan de bi amadekariya Şexewan Ekrem Dokanî hatin  pêşkêş kirin.

Pişt re hejmarek ji lêkolînên zanistî û dikomenterên dîrokî bi tewanên Enfal ve girêdayî hatin pêşkêş kirin, di yek ji lêkolênan de serokê berê yê Dadgeha ceza ya bilind a Êraqê Hakim Aso Mihemed Sofî derbarê dosya Helebçe û tewanên komkujiyê  û pirsa naskirina doza Helebçe û operesyonên Enfal de axivî.

Ji aliyekî din ve parlemanter Yunis Goran ku di heman demê de namzetê lîsta Partiya Sosyalît a Holanda ye ji bo Parlemantoya Ewropa tekez li ser wê yekê kir ku Partiya wî ji ber ew keraseta bi êş bi ser gelê Kurd de hatî xemgîne û ew ligel hejmarek ji rêxistinên Kurd xebat dikin û tevger dikin ku Monumota sembola komkujiya Helebçe (Omer Xawer ) li roja 29 / 4 / 2014`e li pêşberî rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW) bête bi cih kirin.

Di dawiya merasîmê de beşdarên merasîmê bi baxên ji gulên spî hatin xelat kirin, ev merasîm bi ji aliyê saziyên YNK`ê ( Ragihandina navênda rêxistinên derve, navenda rêxistinên Demokrat li derve, komîta rêxistinên Holanda, nûnertiya YNK`ê û pêşmergeyên dêrîn ) hate saz kirin mû birêve birin.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket