YNK`ê: Ji bo xizmetê pêşkêşî kesûkarên şehîdan û Enfalkiriyan bikin em kar dikin

kurdistani 07:59 PM - 2014-04-15
Yan Konfidraliyet yan cîbicîkirina Desturê

Yan Konfidraliyet yan cîbicîkirina Desturê

Lîsta 266 ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Encumna Nûnaran a federal, tekez li ser wê yekê kir ku şehîd sembola tekoşîna netewî ya Kurdistanê ne, û ew`ê dê  herdem kar bike taku jiyaneke bi rumet ji malbatên şehêdan re dabîn bike.

Lîsta 266 ê YNK`ê di pirograma xwe ya hilbijartinê de diyar kiriye,  ku ew ji bo hikûmeta Federal neçar bikin bi biryarên Dadgeha cezayên giran a bilind a Êraqê ve girêdî ku malbat û kesûkarên şehîdan û Enfalkiriyan ji aliyê madî û manewî ve qerepo bike dê kar bikin,  her wiha ji bo rola saziyên ku tewanên rêjîma Baas li dijî Kurdan erşîv dikin ektîv bikine jî  dê kar û xebat bikine.

Lîsta 266 wekî din di pirograma xwe ya hilbijartinê  de diyar kir ku ew`ê  ji bo ku komkujiyên li dijî Gelê Kurdstanê  hatine kirin,  di astên navdewletî de bêne nas kirin, kompaniya û kesayetiyên alîkarî dan rêjîma Sadam bo ku çekên kîmyayî  û komkuj bi dest bixe bêne dadgeh kirin xebat û tevger bikin.

Her wiha lîsta 266 ê YNK`ê da xuya kirin ku her dê ewê ji bo dîtina termên şehîdan û enfalkiriyan û vegerandina wan bo xaka Kurdistanê tevger  û xebat bike, ji aliyekî din ve diyar kirin ku dê ew ji bo kesûkarên şehîdan û enfalkiryan û girtiyên siyasî ji teke mafên saziyên girtiyên siyasî û şehîdan li Êraqê sûf werbigirin kar û xeat bike.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket