Buhabûn metirsiya hejarane li Rojavayê Kurdistanê

kurdistani 10:56 AM - 2014-04-14
Buhabûn metirsiya hejarane li Rojavayê Kurdistanê

Buhabûn metirsiya hejarane li Rojavayê Kurdistanê

Li bazarên herêmên Rojavayê Kurdistanê bi buhabûna diravên biyanî li hemberî leyreya Sûrî pêre kelûpelên xwirakê jî buhabûnek bi xwe dibîne.

Her weha li nirxê 1 dolarê Emerkî gihêştiye 180 leyreyê Sûrî , her weha nirxê yek Yoru jî gihêştiye 245 leyreyê sûrî, her weha jêderan sedema buhabûna nirxan jî bo ambargoya ku komên çekdar li ser herêmên Kurdî daniyê, her weha tedbîrên ewlekariyê ji aliyê dewleta Tirkî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ku weku boriya nefesê bû bo bazirganan di deriyên ne fermî re, di heman demê de jî neçareserkirina pirsgirêka deriyê Sêmalka a bi Herêma Kurdistanê re vegerandine.

Buhabûna nirxên kelûpelan metirsiyeke mezin liba çîna hejar û kêm deramet û karmendên hikûmî ku mûçeya xwe bi leyreya Sûrî tê serf kirin dirust kiriye. Ev yek jî dibe sedema koçberkirina bi 10 hezaran ji gelê Rojava bo welatên cîran û eve jî metirsiyeke dine derdixe hole ku guherînek demografî dirut dike dema ku xelkê Sûrî jibo ewlehiyê  ji parêzgehên dine berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl - Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket