Rojnameyek: Heyfa Wehbê li ser zarokan xetere

kurdistani 02:31 PM - 2014-04-12
Heyfa Wehbê li ser zarokan xetere

Heyfa Wehbê li ser zarokan xetere

Di bin navê “Çima Heyfa wehbê li ser zarokan xetere” rojnameya Kiwêtî nivîsandiye ku piştî ku ev çend rojin filîma bi palawaniya Heyfa wehbê (Helawet Ruh) li holan hate pêşandan, encûmena netewî a zarokan û dayîkan li Misrê ew filîm bi xeter li ser zarokan destnîşan kirin.

Di filîma (Helawet Ruh) de ku têde palawanê wê Heyfa Wehbê li gel zarokê bi navê Kerîm Ebnodî dilîze , encûmenê destnîşan kiriye ku ew filîm xetere li ser exlaqê zarokan û rumetên wan.

Her çende ku ew filîm ji temaşekirina zarokan re hatiye qedexe kirinê jî lê encûmena netewî ew filîm weku binpêkirina yasaya zarokan a jimare 126 a sala 2008 a Misrê binav dike.

Her weha encûmenê ew xeleka filîmê ku têde Heyfa wehbê kirasekî balkêş xistiye ber xwe û bala xelkekî dikşîne ser xwe û piştre cixarekê ji canteya xwe derdixe û hemû kes li doraa wê kom dibin daku cixara wê pêxin û piştre liba zarokekî radiweste û cixara xwe bi agirê zarok pê dixe.

Hêjayî gotinê ye ku filîma Helawet Ruh bûye cihê nîqaşan li nava çapemeniya erebî de û piştî belav kirina rêklama wê filîmê herkes li bendê ne ku Heyfa Wehbê di wê filîmê de çi kiriye  .

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket