Mamoste têne perwerdekirin

kurdistani 09:33 PM - 2014-04-07
Mamoste têne perwerdekirin

Mamoste têne perwerdekirin

Akademiya Wêje û zimanan a Ferzat Kemanga dewreya amdekariya mamosteyan ku meh û nîvek berê dabû destpêkirin bi dawî kir.

Akademiya Wêje û zimanan a Ferzat Kemanga ya Efrînê meh û nîvek berê dewreya perwerdê ya bi navê ''Şehîd Ronahî'' ji 20 mamosteyên zimanê kurdî dabû destpêkirin. Di dewreyê de mamoste hatin perwerdekirin. Dewere bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiya Kurd axivî û da zanîn ku ziman hebûna gelane û bal kişand ser rola perwedeya zimanê mamosteyan.

Di merasîmê de her wiha Endama Rêveber a Akademiyê  Sozdar Mihemed jî axivî û bal kişand ser rola mamosteyan di pêşxistina nifşên nû û got ku pêwîste li ser perwerdeya mamosteyan baş bê sekinandin.

Piştî axaftinan bawername li mamosteyên ku perwerde qedandin hate belavkirin. Çavlirêye ku dewreya din a perwerdeyê di 19'ê nîsanê de destpê bike.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket