Li cihê ku bavê wê hate kuştin bû bi serok şaredar… Çîroka Leyla
kurdistani 02:33 PM - 2014-04-06Li cihê ku bavê wê hate kuştin bû bi serok şaredar… Çîroka Leyla
Keça Kurd a Cizreyê a bakûrê Kurdistanê Leyla Imret piştî ku di hilbijartinên şaredariyan a 30 adarê de li ser lîsta Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP serokşaredariya bajarê Cizîrê a ser bi parêzgeha Şirnexê qezenc kir, di hevpeyvînekê li gel rojnameya Radîkalê behsa çîroka jiyana xwe dike.
Leyla Imret, piştî 24 salan jibo namzetiya bajarê ku bavê wê di 7 saliya wê lê hate kuştin (Cizîra Botan) ji Almanyayê vedigere axa bav û kalên xwe û diçe ser tirba bavê xwe û her weha serokayetiya şaredariya bajarê Cizîrê qezenc dike.
Imret dibêje ku ew di sala 1987`an li Cizîra Botan hatiye dunyayê û heya 7 saliya xwe li Cizrê bûye. Di wan salan de li bajarê Cizîrê her tim dengê fîşkan û şer hebûye…. Rojekê min qrebalixek zêde bihîst û ez derketin kolanê min dît ku bi dehan kes li erdê dirêjkirîne… min ewqas fem nedikir min ji xwere digot “Gelo malên van tune ne ku lê bixewin hatine li kolanê xew kirine.” Piştî demekê min fêm kir ku ew kes hatibûn kuştinê.
Şaredara bajarê Cizîrê Leyla Imret weha behsa kuştina bavê xwe dike: “Di sala 1990``an bavê min şervanê azadiyê bû, zêde li mal nedihewî tenê tişta tê bîra min dema ku kêm caran dihate male ji min çokeleta tanî, di wê şeva ku hate kuştin ez ji ber rewşa ewlekariyê li cihekî dine bûm, kesên ne diyar bi çekan êrişî mala me kiribûn, bavê min hemû kes rizgar kir lê nekarî xwe ji fîşeka ku lê ketî rizgar bibe û jiyana xwe ji dest. ”
Imret dide zanîn ku piştî wê ji Cizîrê tevî dayîk û xwîşk û birayên xwe koçberî Mersînê bajarê Tirkiyê dibin û li wir jî dayîk û birayên wê dimînin û ew li gel malbata xalê xwe diçin Almanyayê, 13 salan dayîka xwe nabîne, sala 2008`an bo dîtina wan carekê tê Tirkiyê.
Leyla Imret, serok şaredara bajarê Cizîrê, bi zimanê Almanî, Tirkî û Kurdî diaxive. Li welatê Almaniya bajarê Birêminê dijiya.
PUKmedia/Radîkal
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24