Tirkîyê Qedexeya ser Twitter Radike

kurdistani 11:13 AM - 2014-04-04
Tirkîyê Qedexeya ser Twitter Radike

Tirkîyê Qedexeya ser Twitter Radike

Hikûmeta Tirkîyê dibêje, wê qedexeya ser tora medya civakî, Twitter rakir. Do Çarşemê Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar dabû ku qedexekirina Twitter dijî azadîya ramanê ye.
 
Sazîya TIB ya telekomunîkasyon îro Pêncşemê got ewê di demeke kin de astenga ber Twitter rake.
 
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan du heftê berê ferman dabû ku Twitter were qedexe kirin, piştî ku tomara deng ya axaftinên wî û kurê wî bi rêka Twitter dihate belav kirin.
 
Qedexeya ser YouTube a parvekirina vîdeoyan hîn jî didome. Hikûmet qedexe li ser YouTube danabû piştî ku civîna karbidestên payabilind yên ser Sûrîyê li wê malperê hatibû weşandin.

PUKmedia-PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket