Google berçavkeke jîr û narîn çêdike

kurdistani 05:34 PM - 2014-03-28
Google berçavkeke jîr û narîn çêdike

Google berçavkeke jîr û narîn çêdike

Kompaniya google ya Emêrîka yê ragihand  ku ew bi mebesta tîpeke berçavkên narîn ji berçavkên xwe yên Jîr Googl Glass re çêke, ligel kompnaniya Ray Ban a berçavkan re ketiye nav hevkariyê de.

Loksutîka dirustkarê berçavkên Ray Ban ji aliyê xwe ve ragihand ku wan ligel google bi armanca çêkirina berçavkên google Glass yên jîr girebesteke stratejîk mor kirine û dê ev yekê rê veke ku berçavkên narîn ên google Glass bêne dirustkirin.

Li gorî rojnama Gardiyan ya Birîtaniya ragihand, kompiya Îtalyan da ye xuya kirin ku wê Loksutîka dê berçavkên nû yên google glass dirust bike û belav bike.

Ji aliyê xwe ve Loksitîka diyar kir ku wê du tîmên cuda berçavkên narîn yên weku berçavkên  Ray Ban ê bi nav û dang dirust bikin tîmeke dê yê RayBan bi xwe be û ya din dê yê kompaniya Oklî ya dirustkirina berçavkan be û dê ew ligel hev jî bixebitin, wekî derbarê xeckirin ya hûrdekên madî de tu agahî nehatin dayîn.

Hêjayî gitinê ye ku berçavkên Google Glass bi xwe amûreke elektironîke, berçavk bi xwe weku ekranekê û belgeyan pêşkêş dike kar dike, her wiha berçavk gelek erkên din jî pêk tîne weku wêne girtin, peywendiyên telefonê lidarxistin, Vîdyo girtin û enternet de lêgerîn pêk anîn.

PUKmedia  / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket