AKP bi taktîkî nêzî pêvajoyê dibe

kurdistani 04:47 PM - 2014-03-03
 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku di rewşa agirbesta li Bakurê Kurdistanê de polîtîkayên AKP li Rojava dimeşîne, durûtî û aliyê wê yê xetere nîşan dide. Ok diyar kir ku AKP bi taktîkî nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û got, "Destekkirina El Nûsra û hêzên mîna wê, ku li Rojava her roj rê li ber talan û wêranekê vedike, nîşan dide ku gotina 'birayê min ê Kurd' a AKP'ê çiqasî sexte ye."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok der barê helwesta AKP'ê ya pêvajoya çareseriyê û nêzîkatiya li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî. Ok diyar kir ku AKP di vê mijarê de xet û polîtîkayeke bêpîvan, hevnegirtî û sexte dimeşîne û destnîşan kir ku AKP di rewşa heyî de di ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de, jiyana xwe dewam dike.

Ok da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd hewl didin bi zexta li AKP'ê dikin re gavan bide avêtin, hestiyariya civakî bilind bike, perspektîfa çareseriyê, zanyariya demokratîk biafirîne û anî ziman ku xebat û têkoşîna wan a di vî warî de dewam dike.

'LI BAKUR AGIRBEST HEYE, LI ROJAVA ŞER DIMEŞÎNE'

Ok destnîşan kir ku AKP dixwaze ji vê yekê sûdê werbigire û got, "Pêvajo ji xwe xetimiye, bi ser de qediyaye. Rêbertiyê jî ev got. Dûbarebûna timî, bi xwe re bê heyecanî, bê daxwazî tîne. Ji ber ku hevdîtinên dûbare bi Rêbertiyê re tên kirin. Derbasî qonaxa muzakereyê nebûn. Diyare ku AKP bi taktîkî nêzî vê pêvajoyê dibe û ji bo çareseriyê nakeve nava pêvajoyê. Niha jî rewşa nakok a bi Fethûllah Gulen re ji xwe re weke bahaneya neavêtina gavê nîşan dide. Nabe ku ev were qebûlkirin. Gavneavêtin ji ber mejiyê AKP'ê ye. Tevî ku bi ti awayî beşdarî pêvajoya Rêbertiyê da destpêkirin nebûn jî, bi gotina 'pêvajoya çareseriyê' hewl dide jê sûdê werbigirin. Dibe ku di meriyetê de agirbestek heye, lê belê jê wêdetir tiştek nîne. Lê belê heman AKP li dijî Kurdên li Rojava polîtîkayeke berfireh dimeşîne. Yanî li Bakur agirbest heye, lê li Rojava şer dimeşîne. Hem alîkariya xwarinê, hem jî di warê leşkerî de perwerdeyê dide El Nûsra. Van di çapemeniya Ewropa û çapemeniya Kurd de cih girtin."

Ok diyar kir ku hemû kifş bûn ku ev çete di ser Tirkiyeyê re çawa derbasî Rojava, derbasî Sûriyeyê dibin, li ku devera Tirkiyeyê dimînin û çawa perwerdeyê dibînin.

'ROJAVA XETA SOR A GELÊ KURD E'

Ok destnîşan kir ku ev yek tevlibûna li şer e û got, "Yanî li aliyekî tuyê bêjî 'li Bakur agirbest heye, pêvajoya çareseriyê heye' lê li aliyê din tuyê di şerê li dijî Kurdan de cih bigire. Tuyê ji her devera cîhanê mirovan kom bike û ji bo li dijî Kurdan bide şerkirin derbasî Sûriyeyê bike, wan bi çek û perwerde bike. Li gel vê tuyê di navbera Rojava û Bakur de dîwar lê bike. Ev polîtîkayeke durû û xetere ye. Lewma ti dostaniyeke AKP'ê ji bo Kurdan, feraseteke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Berevajî dixwaze demê qezenç bike û hêza xwe komî ser hev bike. Ji ber vê yekê bi temamî di nava helwesteke taktîkî de ye. Wan bi xwe gelek caran gotiye ku Rojava xeta wan a sor e. Rojava çima dibe xeta te ya sor? Tuyê ji bo çi tevli sînorê welatekî din, tevli diyarkirina çarenûsa gelekî li welatekî din bibe? Çima ev yek ji bo te bibe xeta sor? Eger ya mijara gotinê ne Kurd hinekî din bûya, dê AKP weke xeta sor nedîtibûya. Lê belê dema dibe Kurd, dibe xeta sor. Ev yek jî tê wê wateyê ku di mejiyê de xwe de ti carî Kurd qebûl nekiriye, ji çareserî û aştiyê re ne amade ye. Ji xwe ev zelal e. Ew çiqasî bêje xeta mina sor bila bêje, gelê Kurd jî wê bêj e 'xeta min a sor e'. Yanî parastin û ewlekirina şoreşê, têkoşîna hevpar a Bakur û Rojavayê Kurdistanê xeta sor a Kurdan e. Bi kurtasî gotina 'birayê min ê Kurd' ku AKP li Bakurê Kurdistanê bikar tîne, sexte ye. Ji xwe destekkirina El Nûsra û hêzên mîna wê, ku li Rojava her roj rê li ber talan û wêranekê vedike, nîşan dide ku gotina 'birayê min ê Kurd' a AKP'ê çiqasî sexte ye."

'DIVÊ GELÊ ME SÎNORÊN NEHEQ ÊN NAVBERA XWE NAS NEKE Û DI DIL Û VÎNÊ DE BIBE YEK'

Ok bal kişand ser girîngiya desteka gelê Kurd ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di vê mijarê de jî wiha axivî: "Bêguman gelê me bi Şoreşa Rojava re kêfxweş bûye. Ev rastiyeke. Lê belê divê wateya vê ya pratîkî hebe. Bi taybetî dema dest li berjewendiyên şoreşa Rojava hat werdan, pêwîste gelê me yê gelê me yê li her du parçeyan li Bakur û Rojava, sînorên mêtînger, sunî û neheq ên di navbera xwe de nas nekin û di warê vîn, dil û têkoşînê de bibin yek. Pêwîste gelê me bibêje 'şoreşa rojava şoreşa me ye' û xwedî lê derkeve. Ne tenê bi propagndayê."

'ÇIMA BDP LI ROJAVA NÛNERTIYEKE XWE VENAEKE!'

Ok da zanîn ku eger li Tirkiyeyê El Nûsra û çeteyên din tên perwerdekirin, biçekkirin û dişînin Rojavayê Kurdistanê, divê ew dever bi serê AKP'ê, bi serê dewleta Tirk ve werin rûxandin. Ok destnîşan kir ku divê nerazîbûn xurt be û got, "Alîkariya madî û manewî pêwîste di asta herî bilind de be. Mîna li Bakur diviyabû li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî destek gelekî mezin bûya. Hemû rêxistin û komên li hemû parçeyên Kurdistanê, ji bo rêyên siyasî û dîplomasiyê yên gelê me yê li Rojava bê vekirin, dikarîbû destekek xurtir bida. Mînak, BDP li Ewropayê buro û nûnertiyê vedike, li Amerîkayê nûnertî vekiriye, li Başûrê Kurdistanê buroyeke xwe heye, çima li Rojavayê Kurdistanê buroyeke xwe nebe! Ji bo rewabûna Rojava bê jiyîn pêwîste her Kurd bi berpirsyarî rabe û bicih bibin. Mînak BDP û saziyên din ên mîna wê divê karibin li Rojava nûnertiyên xwe, buroyên xwe vekin. Piştgiriya rojane ya bi hev re divê bê xurtkirin. Gelê me dixwaze her tiştî bi gelê Rojava re parve bike. Em vê yekê di alîkariya maddî de dibîne. Lê belê ev têrê nake, bi dîtina min desteka heta niha têrê nake. Divê xwedîderketineke hîn bêtir bi heybet were kirin, di rojeva siyaseta xwe de Rojava bicih bike, di warê maddî û manewî, siyasî û dîplomatîk de bi xurtî xwedî li Rojava were derketin. Bi rastî jî Şoreşa Rojava ya hemû Kurdan û Kurdistanê ye. Şoreşa Rojhilata Navîn e. Pêwîste hewldanên heta niha hatine kirin, werin zêdekirin."

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket