Welatiyên Kifrî daxwaza nûjenkirina qeyseriya kevin dikin

kurdistani 11:05 AM - 2014-02-24
Welatiyên Kifrî daxwaza nûjenkirina qeyseriya kevin dikin

Welatiyên Kifrî daxwaza nûjenkirina qeyseriya kevin dikin

Welatiyên qeza Kifrî ji hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku qeyseriya qezayê ya kevin nûjen bikin çûnkî ji niha ve metirsiya ruxana wê heye.

Birêvebirê şûnwarî ya Germiyanê Şukur Mihemed Heyder ji PUKmedia`yê re ragihand: Em weku çûnwarên Germiyanê piştevaniya daxwaziyên welatiyên qezayê dikin, sebaret bi nûkirina qeyseriya kevin a qezayê çûnkî ew cih nasnameya qeza Kifriyê ye û dîrokeka xwe ya kevnar heye.

Şukur Mihemed Heyder got. Ji niha ve nûkirina wê ketiye ware cî bi cî kirinê û di demekî nêzîkî de dest bi karên wê tê kirin lê belê niha jiber ragirtina budçeya Herêmê ji aliyê Bexdadê ve karên wê projeyê sekiniye.

Hêjayî gotinê ye qeyseriya kevin a Kifrî li gor çavkaniyên dîrokî, dîroka xwe vedigere bo salên 1700 û li sedsala borî ew qeyserî navendek bazirganiyê ya giring bûye di navbera Bexdadê û Qelaçolanê de.

PUKmedia/Aram Bextiyar-Kifrî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket