Kurte filmeke din berî Cenêv2-ê..Dr. Kamiran Haj Abdo

kurdistani 08:40 PM - 2014-01-04
Kurte filmeke din berî Cenêv2-ê..Dr. Kamiran Haj Abdo

Kurte filmeke din berî Cenêv2-ê..Dr. Kamiran Haj Abdo

Ev du-sê roj in xwadêgiravî Hevkariya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikeberiyê ya Sûriyê (HNHŞRS) û “Artêşen (ne)Azad yên Sûriyê″ (AAS) fermana ji holêrakirina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DÎÎŞ) dane. Ev jî qaşo ji ber wê yekê ye ku DÎÎŞ girêdayê rêjîma el-Esed e!
Li vir, tevî ku em ji zû de jî dibêjin ku DÎÎŞ û xwîşkên wê (el-Nusre… û hwd.) xizmeta ajendeyên rêjîmê dikin û wan şoreşa me ji riya wê ya bingehîn derxistine û welat û xelkê me kavik û wêran kirine, divê mera çend rastiyan bîne zimên:
1. Bi baweriya min HNHŞRS û AAS dixwazin bi vê sênaryoya han xwe ji berî kongira Cenêv2-ê ji xeyseta terorê paqijbûyî bidin xuyakirin. Eger ne weha bûya, çima wan heya nuha ew terorîst destek dikirin û piştgiriya wan dikirin û xwe bi wan bi hêz dikirin?

2. Biryara ji holêrakirina DÎÎŞ-ê hîn roja 08.11.2013-ê ji aliyê el-Zewahêrî (rêberê el-Qaîdayê) ve hatiye dan. Loman jî ewê ji xwe nemîne û tevlî xwîşkên xwe bibe. Ma ne el-Zewahêrî hîngê biryara yekbûna hêzên el-Qaîdayê li Sûriyê di bin navê Eniya el-Nusre ya Xelkê Şamê (“cebhetulnusra lîehlî el-şamî″) de da bû.

3. Tu riya din li pêş HNHŞRS û AAS ji wê yekê pêve nîne, ku îro berî sibeda xwe ji rêxistinên tundrew, taêfî, terorîst bi dûr xîne û xwe ji ajendeyên bêganan rizgar bike û tenê yek armanca pîroz bilind bike; ew jî ev e: Parastina yekrêzî û yekhelwestiya hêz, ol û netewên Sûriyê serûber li ser bingeha bernameyeke niştîmanî ya ron û aşkere li pênawî rûxandina totalîtarîsmê û avakirina welatekî demokrat û pirlayane ku tê de hemû mirov û pêkhateyên olî û netewî azad û wekhev bin.
Îro em li ber deriyê Cenêv2-ê ne. Ya herî girîng ew e ku em – piştî evqas sal be jî – fêm bikin ku ji çareseriya siyasî pêve tu riyên dî li pêşiya me nînin. Loman jî divê em li xwe û siyasetên xwe vegerin û hem xwe, hem siyaseta xwe bi vê rastiya ha re biguncînin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket