Çemçemal: Peykerê helbestvan Feqî Qadirî hat şikandin

kurdistani 12:25 PM - 2014-01-04
Çemçemal: Peykerê helbestvan Feqî Qadirî hat şikandin

Çemçemal: Peykerê helbestvan Feqî Qadirî hat şikandin

Şeva borî li navçeya Çemçemalê, peykerê helbestvanê Kurd Feqî Qadirî ji aliyê çend kesekî nenaskirî ve hate çikandin û rewşenbîrên navçeyê nîgeranin û ji ber wê yekê jî, ewlehiya Çemçemalê dest bi lêkolînan kir.

Di wê barê de, rêveberê çand û hunera Çemçemalê Bextiyar Şerîf ragihand ku şikandina peykerê helbestvanê navdarê Kurd Feqî Qadirî, tiştekî nûye li vê deverê û cihê nîgeraniyê ye, ji ber ke ew sembola çand û hunera vê navçeyê bûye.

Aşkire kir piştî şikandina peykerê Feqî Qadirî, ku ji aliyê kesên nediyar ve pêkhatiye, daxwazkarim ku ewlekariya Çemçemalê dest bi lêkoîneke berfereh bike taku raqstiya wê tawaê derkeve holê.

Her weha peyvdarê polîsê Çemçemalê jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî ku em hatin agahdar kirin ku peykerê helbestvan Feqî Qadirî ji aliyê hinek kesên nenas ve hatiye şikandin me dest bi lêkolîn û lêgerîneke cedî kir.

Dazanîn ku ewê bidûv wê buyerê ve biçin ta rastî derdikevin holê û tawanbaran jî radestî dadgehê dikin.

PUKmedia-Çemçemal-Herdî Ebu Bekir

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket