Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt

Hewal 11:32 AM - 2024-05-15
Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) Xelat

Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo)

Jin


Rojnamevana Kurd a Efrînî (Newroz Reşo) ku nûçegîhana radyoya dengê Amerîkayêye li herêma Şehbayê, xelateke girîng ya rojnamegeriyê ya Amerîkayê bi dest xist.
(Newroz Reşo) rojnamevaneke ku xelkê herêma Efrînê ye û li der bi deriyê dijî, bi riya radyoya Dengê Amerîkayê, êşa koçberên Efrînê û zehmetiyên jiyana wan û rewşa der bi deriyê digihand cîhanê, ji alîyê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) ve hêjayî ‘Xelata David Burke ya Rojnamevanîya Bijarte’ hate dîtin. 

Di vê barê de, şirovekarê siyasî û ragihankarê kurd li radyoya Dengê Amerîkayê (Robîn Reşvan) bi riya Sekoya Kurmancî û malpera Xelatê daxuyaniyek da û got; "Ew xelat, xelateke salaneye (USAGM) jî saziya medyaya cîhanî ya hikûmeta Amerîkayê ku ji hijmarek peşan pêk tê wek, Dengê Amerîka ya herî mezine xêncî wê jî kanala Alhura, Radyoya Asya Azad, Radyoya Ewropa ya Azad, her weha Radyoya Ofîsa Kuba, Ew hemî dibin saziya (USAGM) dene, Amerîka her sal xelat dide rojnamevanên pijarte. Rojnamevanên bi şert û mercin dijwar û giran dixebitin û karên berbiçav hêja dikin ji bo wan kesane xelateke wiha dide. îsal jî li ser navê hemî saziya (VOA) saziyên dengê Amerîka nûçegîhane me ye Efrîn û Rojava (Newroz Reşo) hêja hate dîtin.

Robîn Reşo da zanîn û got jî; Bê goman ev ji bo dengê Amerîka serbilindiyeke mezine ji vê jî giringtir jî bo beşa Kurdî ya dengê Amerîka serkeftineke mezine ji ber ku ji nava 52 zimanên ku dengê Amerîka weşanê dike de, beşa kurdî tê xelat kirin. Nûçegîhana beşa Kurdî hêjayê xelate tê dîtin û ji hemiyan jî giringtir (Newroz Reşo) wek rojnamevaneka Kurd rojnamevanek jin rojnamevanek derbider gelek heq dike xelatekî wiha ji ber ku li walatekî wekî Sûriyê ku buye qada şer rojnamevaniyek wiha bandor dikî çîroka gel tîne ser ziman, êşa wan hêviyên wan têkoşîna wan şikestina wan serfraziy wan jiyana wan dişopînî û radigihîne cîhanê, ev karekî mezine hêjaye loma jî ji bo Newroz Reşo jî gelek giringe ku ewqas zehmetî û dijwariyên ku ew rûbirû dibe karê ku dike niha êdî bi ve xelatê tê piştrast kirin ji bo wê jî qonaxekî gelekî giringe ku weşangera herî mezin ya navnetewî ya cîhanê ya (USAGM) hem jî wisa li ser navê dengê Amerîka xelatê dide wê her wiha ji bo Efrîn (çiyayê Kurmênc) xelatekî pir mezine ji ber ku Newroz nûçegîhane dengê Amerîka ya Efrînê ye û niha jî li Şehbayêye û bi hezarin kurdên me yen Efrînî ji axa bav û kalan dor nav der bi deriyê ye, Newroz jî wek çavê wan wek dengê wan wek em bêjin hêviyên wan tê xelat kirin ew xelat her wiha ji bo Efrînêye jî ji bo arama Çiyayê Kurmênce jî ji ber vê yekê ez bi xwe jî pir şabûme.

Bal kişand ser wê yekê jî û got; Newroz Reşo, ev 7 salin em bi hevre dixebitin ez bi xwe jî gelek bextewer û serfrazim ku hevkara me keseke ku salane bi hevre dixebitin ku xelatek wiha distîne ez jî pir şabûme. Bi riya we wek Sekoya Kurmancî û malpera Xelatê ez pîrozbahiyê li Newroz û li beşa kurdî dikim hêvî dikim ku ew xelat bibe destpêke xelatên ku Newroz bistîne ne ya dawî be.

Di dawiya axaftina xwe de Robîn Reşvan got; Ez hêvî dikim ew xelat bibe destpêkek ku (Newroz) xelatên zêdetir werbigre, hêviya min jî ewe di siberojê ji Newroz Reşo xelatên wiha girîng bistîne çikû rojnamevanek delale rojnamevanek obcektîve êşa gel hêviya gel baş dibîne nav civakê de dimîne dizane civak çi dijî ew jî ji bo Rojnamevanekî serfiraz Rojnamevaneke jêhatî gelek giringin. carek din ji bo beşa Kurdî dengê Amerîka ji bo Efrînê (çiyayê Kurmênc) û bi teybet ji bo Newroz Reşo pîroz dikim.


PUKMEDIA/ Xelat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket