Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne

Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-02
Dije Teror PUKMEDIA

Dije Teror

Dije Tîror

Roja Pêncşemê, Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê ragihand.

Rêveberiya Dijî Terorê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKMEDIA re ragihand: Di operasyonekê de bi serperiştiya hêzên Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê û bi hevkariya Firqeya Komando ya Operasyonên Kerkûkê û Hêzên Siwat ya girêday asayîşa Kerkûkê terorîstekî tê xwestin hat girtin.

Daxuyaniyê her wiha got: Terorîstê girtî (H.M.S.) di sala 1995`an de ji dayîk bûye, di sala 2014`an de bi rêya fermandarê leşkerî yê beşa El-Reşad tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bû, û piştre jî weke leşker beşdarî gelek şerên li dijî hêzên ewlehiyê bû.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye: Piştî rûxandina rêxistina terorîstî li Êraq, ew terorîst derbasî Kerkûkê bû ji bo cezakirina wî radestî dezgeha dadweriyê hat kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket