Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in

Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01
Cumana Gelayî  PUKMEDIA

Cumana Gelayî

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand:“Hemû gotegotên ku dibêjin komîsyonê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê rawestandiye ne rast in û em amadekariyên xwe berdewam dikin.’’

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û hemû gotegotên derbarê rawestandina amadekariyên komîsyonê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne rast in.’’

"Weke dema borî, komîsyon amadekariyên xwe berdewam dike û parve kirina  kartên dengdanê li navendên me yên dengdanê li Herêma Kurdistanê berdewam e û li 173 navendên tomarkirina tomaran li Herêma Kurdistanê jî karê parve kirina  kartên biyometrî berdewam dike û komîsyonê dest ji karê xwe bernade." got.

Li gor zanyariyên PUKMEDÎAyê, heftiya borî li Iraqê 52 hezar û 109 kartên biyometrîk ji bo dengderan hatine dayîn, ji wan 37 hezar û 373 kartên Herêma Kurdistanê ne, ji wan 15 hezar û 758 kartên biyometrîk ji bo dengderên Silêmaniyê hatine dayîn.

Li gor biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê, şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 10ê Hezîranê tê lidarxistin.Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên din ên Kurdistanî ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadebûna xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wê rojê de ragihandine.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket