Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin

Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01
Qubad Talebanî  cîgirê serok wezîran PUKMEDIA

Qubad Talebanî cîgirê serok wezîran

Roja Cîhanî ya Karkeran Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran daxuyaniyek belav kir.

Yekê Gulanê ne tenê ji bo pîrozkirina kedkaran e, belkî ji bo me, hikûmet, sektora taybet, kardêr û hemû aliyên peywendîdar, bo yekkirina mafên karkeran û baştirkirina asta jiyana wan, handanek e.

Di serdemên berê de, me ji bo yekkirina maf, jiyan û debara karkeran, bi guherandina qanûn û talîmatên ji bo karkerên biyanî xebitî.

Li gel van hemûyan em ji rewşa bazarên karî nîgeran in û em baş dizanin ew bar û astengiyên ku jiyana karkeran dijwartir kirine, tevî kêmasiyan jî, beşek ji karkeran bi mafên xwe yên yasayî nizanin , û xemsarî û têkçûn ji aliyên peywendîdar di warê perwerdekirina karkiran derbarê mafên wan ên yasayî û dabînkirina mafên wan de heye.
Ji ber vê yekê, dema ku em li ser guhertina yasayan an derxistina yasa û rênimayên nû digerin, em bi sektora taybet û aliyên din re ji bo cîbicîkirina mafên yasayî yên karkeran kar dikin.

Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket