Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn

Kurdistan 11:16 PM - 2024-04-30
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Mekteba Siyasî

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja cîhanî ya karkeran li hemû karkeran pîroz dike û ragihand:“Kedkar û gundiyên Kurdistanê li eniyên herî pêş ên têkoşîna netewî û di karwanê tevgera Kurd de cih girtine û canê xwe feda kirine.”
Nivîsa peyamê
Bi helkefta 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê em bi germî li hemû karker û gundiyên Kurdistanê pîroz dikin.

Her sal di vê rojê de karkerên cîhanê ji bo bidestxistin û parastina mafên xwe bi çalakiyên curbecur vê rojê pîroz dikin.Karkeran bi rêya sendîkayên xwe roleke girîng lîstin di dema rejîma Baas de gelek caran rastî çewisandin, girtin, îşkence û kuştinê hatin.

Kedkar û gundiyên Kurdistanê di têkoşîna netewî û tevgera Kurd de bûne pêşeng û canê xwe feda kirine.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xebat ji bo parastina maf û ewlehiya civakî, peydakirina zêdetir kar û dabînkirina ewlehiyê kiriye û   hertim piştgîriya tekoşîna sendîkayî û pîşeyî ya karkeran dike , li ser yekkirina pirensîpên yasaya kar a nûjen a karkeran li Iraq û Kurdistanê, ji bo baştirkirina jiyan û refaha wan îsrar dike.

Mekteba Siyasî  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket