Çar aliyên Kurdistanî li dijî paşxistina hilbijartinan in
Kurdistan 07:04 PM - 2024-04-30Dengdan, Parlamentoya Kurdistanê
Çar fraksiyonên Kurdistanî li parlamentoya Iraqê li dijî hewlên paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne û gotin: "Her paşxistina hilbijartinan, şerekî eşkere li dijî yasa, destûr û demokrasiyê ye." "Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin," wan got.
Ti hincet ji bo paşxistina hilbijartinan nine
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (YKY), Civaka Dadwerî ya Kurdistanê û Fraksiyonên Nawayê Nû li dijî her hewlek ji bo paşxistina şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 10ê Hezîranê de were lidarxistin û ragihandin: "Hilbijartin mafekî yasayî, destûrî û demokratîk yê gelê Herêma Kurdistanê ye û bi îradeya yek alî nayê paşxistin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemaye û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinan didomîne, di heman demê de roja hilbijartinan ji aliyê Serokê Herema Kurdistanê ve hatiye diyarkirin û Dadgeha Federalî jî piştevaniya hilbijartinên di wê dîrokê de dike. "
Her çar alî daxwaz ji desthilatên federal (Meclisa Nûneran, Civata Wezîran, Dadgeha Federalî, Komîsyon) dikin ku li hember her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan rawestin û hilbijartinan di dema xwe de garantî bikin, ji ber ku ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nîne.
YNK ji bo hilbijartinan amade ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) namzedên xwe pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinan kir û ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê amade ye.
Berdevka Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sozan Mensûr ji PUKMEDIA re ragihand: "Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin û em piştgiriyê didin hilbijartinên di roja ku ji hêla Serokê Herema Kurdustanê ve hatî destnîşan kirin ango 10ê Hezîranê ye."
“Hemû Partî ji bilî PDKê , li gel YNKê hemfikir in û daxwaz dikin ku hilbijartin di dema xwe de were kirin, YNK û van partiyan jî navên namzedên xwe pêşkêşî komîsyonê kirine û ji bo hilbijartinan amade ne.
Rêzgirtin li biryarên Serokê Herêma Kurdistanê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çar biryarên ji bo lidarxistina şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê derxist û piştra hilweşand.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser lidarxistina gera şeşemîn a hilbijartinan bi israr e.YNKê ragihand ku hilbijartinên 10ê Hezîranê dê li Herêma Kurdistanê were kirindi dema xwe de.
PUKMEDIA
Wêne ya daxuyaniyê
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16