Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
Kurdistan 05:58 PM - 2024-04-30Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja sêşemê 30.04.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Balyozê Brîtanyayê derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirsî û Qubad Talebanî ragihand:“Paşxistina zêdetir a hilbijartinan dê zirarê bide pêgeha herêmê û em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.’’
Di civînê de behsa êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê jî hat kirin, ku çend roj berê hatibû armanckirin, Cîgirê Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da û got: Berdewamiya wan êrîşan dê zirarê bide aramiya Iraq û Kurdistanê.Em li ser xetê ligel hikûmeta federal û aliyên Iraqî ne ji bo dîtina berpirsên vê kiryarê û ji bo bidawîkirina van êrîşan kar dikin."
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina her pirsgirêkeke siyasî bi rêya diyalogê hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
09:48 PM - 2024-05-16
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17