Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-27Kêlgeha gaza Kormorê
Wezareta Derve ya Amerîka, Balyozxaneya Amerîka û nûnerê Neteweyên Yekbûyî bi tundî êrîşa firokeyên bê firokevan li ser zeviya Kormorê ya li Çemçemal şermezar kirin û bû sedema bertekên navdewletî û dîplomatîk.
Êvariya îro Înê di encama êrişa balafirên bêmirov ên li ser zeviya gazê ya Kormorê de 4 karkerên yemenî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Amerîka vê yekê şermezar dike
Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa firokeyên bê firokevan bo ser kêlgeha gaza Kormor şermezar kir û piştevaniya Washingtonê ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dupat kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand:"Amerîka bi tundî êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar dike û ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye, ji ber wê jî em bang li rayedaran dikin ku lêkolînan bikin û êrîşkeran radestî dadgehê bikin."
Balyozê Amerîka: Kesên sûcdar derxin pêşberî dadgehê
Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romonavsky di peyamekê de li ser tora civakî ya X êriş bi tundî şermezar kir û got:"Em bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê şermezar dikin, ku ziyan gihandiye jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û bûye sedema gelek qurbaniyan."
Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bi temamî li ser wê êrişê lêkolînan bike û berpirsan radestî dadgehê bike û Amerîka jî dê li gel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo piştevanîkirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê berdewam be.” Balyozê Amerîka wiha dibêje.
Brîtanya: Êrîşa Kormoran nayê qebûlkirin
Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchens bi tundî êrişa firokeyên bê firokevan li ser tora civakî X şermezar kir û got: “Ev hewldaneke nayê qebûlkirin ji bo bidestxistina armancên siyasî û aborî bi rêya tundûtûjiyê.“Em êrîşa li ser qada gazê ya Kormorê şermezar dikin û divê berpirsyar hesab bidin. Balyozê Îngilistanê wiha dibêje.
UNAMI: Divê berpirsyarên êrîşê bên darizandin
Li gel şermezarkirin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re, bi bertekên navneteweyî jî “daxwaza lêpirsîn û cezakirina sûcdaran dikin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê şermezar kir û got: “Em pêşwaziyê li lêpirsîna ji bo girtin û dadgehkirina berpirsên êrîşê dikin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di peyamekê de li ser tora civakî ya X êrîşa li ser zeviya Kormorê bi tundî şermezar kir.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî got: "Em bang dikin ku lêkolîn were kirin ji bo naskirin, girtin û dadgehkirina berpirsên êrîşê.
Roja Înê 26-4-2024 êrişa firokeyên bê firokevan li ser zeviya gazê ya Kormorê, duyemîn êrişa li ser zeviyê îsal bû û bû sedema ziyanên madî û mirovî, berê jî di 25-1-2024an de êrişeke mûşekî li ser zeviya Kormorê kiribû û ziyanên madî yên giran li zeviyê bûn.
Meydana Kormorê ku di sala 2007an de li Qadir Keram hatiye avakirin, ji sedî 67ê elektrîka Herêma Kurdistanê dide santralên elektrîkê yên Çemçemal û Hewlêrê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16